AK Partî û HDP naxwzin sûnda xwandekaran bê xwandin
Ak Partî û HDP bi helwestên cuda dibêjin ku bila sûnd careke din neye xwandin.
K24 – Enqere
Li Tirkiyê yek ji mijara rojeva partiyên siyasî ya sereke betalkirina rakirina sûndxwarina xwandekaran e. Li ser vê mijarê partiyên netewperst yên parlemantoya Tirkiyê de dixwazin ku sûnd her bê xwandin. Ak Partî û HDP bi helwestên cuda dibêjin ku bila sûnd careke din neye xwandin. Li gel vê yekê partiya muxalefeta serek CHP jî dibêje ku sûnda xwandekaran rê li ber parçekirina Tirkiyê venake û eciziyê nade Kurdan, loma divî bê xwandin.
Li Tirkiyê siyaseta navxweyî piştî ku Şûraya Dewletê biryaraap rakirina sûndxwarinê betal kir germ bû, di nav partiyên siyasî ên di parlemntoyê de nêzîkatiyên cuda rû didin. Partiyên Netewperst MHP û Îyî Partî dibêjin pêwîste sûnd hebe, lê AK Partî û HDP bi sedemên cuda dixwazin ku sûnda xwandekaran bê rakirin.
Ak Partî ya ku di Cotmeha sala 2013an de sûnda xwandekaran rakiribû dibêjin şûraya Dewletê derveyî erka xwe biryarek daye û ev yek tê wateya tevlîheviyê.
Berdevkê Ak Partiyê Omer Çelîk dibêje: "Şûraya dewletê ji hedê xwe derketiye. Bi vî biryarî Şûra yasa û makezagonê bi awayekî eşkere binpê kiriye. Ev pêngavên xeternak in. Ev yek kevneşopiyeke xirab e ku di rabirdû de maye. Niha hewl didin ku ji nû ve vejînin. Em dirust nabînin ku ji aliyê Bahçelî ve bo Brêz Bekîr Bozdagê ku di jiyana xwe de siyaseta nasnameyî nemaşandiye bo aîdîyeta wî ya Kurdîtiyê tohmet bên kirin."
HDP jî bi sedemên cuda dibêje ku hewceye sûnd bê rakirin û îdîa dikin ku sûnd tune hesibandina netevên di nava Tirkiyê de ye û taybetî jî li ser zarokên Kurd zilmeke mezin e.
Parlemnterê HDPê Necdet Îpekyûz li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Tu îro rabî li ser sûndekê bêjî sûnda me û zarokê Tirkî nizanibe her sibe wan bidî xwandin yan jî Tirkî zanibe, lê bi rihê xwe canê xwe ne Tirk be qedr û qîmeta wê tune û zilmeke pir mezin e. Em dibêjin ev ne tiştekî rast e ev ne tiştî kî drûst e ev yek çiqas here wê xirabî veke û bona çanda gele me teva gerek ev sûnd tune be.”
Di vê mijarê de helwesta partiya muxalefeta Tirkiyê CHPê dihate meraqkirin û cîgirserokê CHP yê berpisrê perwerdehiyê Yildirim Kaya ji Kurdistan24ê re axivî û got, ew dijî rakirina sûnda xwandekaran e.
Cîgirê serokê CHPê yê berpirsê perwerdehiyê Yildirim Kaya dibêje: “Sûnda me bi tu awayî nayê wateya parçekirin û tunekirina Tirkiyê. Di heyama ku sonda me dihate xwandin perwerdehî evqas di asteke xirap de nebû û nîjadperestî weke îro serdest nebû. Di sûnda me de tu cudageriyek li ser netevwên din nayê kirin bi ya min. Di hemû welatan de ji bo yêkîtiya netewan sond hene. Ji bo hevgirtina Tirkiyê jî sonda me heye. Taybetî di vê mijarê de eciziya Kurdan li ser sonda me tune ye. AKP dixwaza li ser sûnda me cudageriyekê li ser Kurdan derbixe.”
Sûnda xwandekaran ya ku ji aliyê deshilatdariya Ak Partiyê ve hatibû rakirin xuyaye ku dê careke din li seranserê Tirkiyê li dibistanên seretayî û navendî de bê xawandin Û Mijara Tê meraqkirin ew e Ak Partî û HDP di parlemntoyê de li dijî vê yekê dê bi hev re tev bigerin ya na?