Akar: Em di nava amedekariyeke xurt de ne

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne, ji bo operasyoneke li dijî Minbic û rojhilatê Firatê ew di nava amedekariyeke xurt de ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne, ji bo operasyoneke li dijî Minbic û rojhilatê Firatê ew di nava amedekariyeke xurt de ne.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar dibêje, li pêşiya wan operasyoneke dijî rojhilatê Firatê û Minbicê heye. Ew ji bo vê operasyonê amedekariyeke xurt dikin û di demek guncav de ewê operasyona xwe bikin.

Ev daxuyaniya Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyeyê di demekê ye, duhî Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîteke xwe de ragihandibû: “Me li Sûriyê DAIŞ têk bir, bicihkirina wê armancê sedema mana hêzên me li wî welatî bû.”

Her li ser daxuyaniyên Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyeyê, peyamnêrê K24ê Hesen Kosen li Rihayê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê li hember bajarê Girê Spî da zanîn, çend roj in aramiyek li ser sînor heye û ti tevgera artêşa Tirkiyê li wê navçeyê nîne û liv û tevger asayî ye.