Pispor: "Sala nû de qeyraneke mezin pêşiya Tirkiyê ye"
Bi boçûna hin pisporên Tirkiyê di sala nû de di polîtîkaya navxweyî de ligel hilbijartinan qeyraneke mezin ya aborî jî nêzîk dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li seranserê cîhanê amadekariyê pêşwazîkirina sersala nû tê kirin. Tirkiye jî ligel pêşwazîkirina sala nû aliyekê amadekariyên hilbijartinên herêmî dike, li aliyekê jî ji bo operasyoneke bo ser rojhelatê Çemê Firatê liv û tevgera xwe zêde dike. Bi boçûna hin pisporên Tirkiyê di sala nû de di polîtîkaya navxweyî de ligel hilbijartinan qeyraneke mezin ya aborî jî nêzîk dibe. Li gorî hin pisporan jî sala nû de dê Tirkiye polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn biguherîne.
Sala 2018an ber bi dawîbûnê ve diçe û li Tirkiyê di warê siyasî de bi hilbijartinên 24ê Hezîranê ya serokomarî û yên parlamenteriyê pergala birêvebirina Tirkiyê ya 95 salan hate guhertin û pergala serokatiyê hate karîgerkirin. Di warê aboriyê de jî taybetî ji ber pirsa Keşîş Brunsonê Amerîkî nirxê Dolar li Tirkiyê gihişt 7.21an û ji aliyê Amerîkayê ve baca gumrikê li ser Tirkiyê hate zêdekirin. Bi van her du geşedanan hem rêvebirina Tirkiyê guherî hem jî civata Tirkiyê bi qeyraneke mezin ya aborî re rû bi rû ma.
Sala 2018an ji bo Tirkiyê di warê siyasî û aborî de rageş û aloz bi dawî dibe û li gorî hin rojnamevanan di sala 2019an de di warê aborî û civakî de geşedanên krîtîk li pêşiya Tirkiyê ne.
Li ser vê pirsê rojnameger Mustafa Yilmaz ji K24ê re got: “Serokan, walatî û partiyên siyasî zêdetir bala xwe dane ser hilbijartinên herêmî. Lê belê piştî hilbijartinên herêmî sala 2019an kêşeya herî mezin ya pêşiya hikûmet û welatiyan qeyrana Aborî ye. Ji ber ku ligel lêçûnên hilbijartinê, daneyên hinarde û hawirdeya Tirkiyê jî dadikevin. Loma saleke zor zehmet pêşiya Tırkıyê ye. Ligel vê yekê li gorî raportên saziyên navdewletî Tirkiye di warê azadiya fikr û ramanan û darazê de welatekî ne azad bû di sala nû de jî ev mijar dê weke rojevên sereke xwe bidin der.”
Di polîtîkaya derve de jî sala 2018an Tirkiye li Rojhilata Navîn di serî de li Sûriyê ji ber Minbic û rojhilatê Çemê Firatê bi Amerîkayê re, li Idlibê ji ber rêkeftina Soçiyê bi Rûsyayê re û di mijara penaberan de jî bi welatên Ewropayê re di nava rageşiyan de bû.
Bi boçûna pisporan di sala 2019an de Tirkiye di qada Sûriyê de dê bi kêşeyên girîng re rû bi rû bimîne û dê polîtîkaya xwe ya li Rojhilata Navîn biguhere û zêdetir dê berê xwe bide Ewropayê.
Prof.Dr. Haydar Çakmak dibêje: “Ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn di heyamên dawî yên sala 2018an de Tirkiyê zêdetir berê xwe da Ewropayê.Biya min di sala 2019an de jî Tirkiyê dê berê xwe zêdetir bide Welatên Ewropayê ango Yekîtiya Ewropayê. Ji ber ku li Rojhilata Navîn Tirkiye tiştên ku dixwaze bi dest naxe û niha bi vekişîna Emerîkayê egerek zêde heye ku careke din bi Rûsya, Îran û rejîma Esed re were beramberî hev. Ez Sala 2019an weke destpêka vekişîna Tirkiyê ya li Sûriyê û bi Amerîka û Ewropayê re jî weke destpêka heyameke nû dibînim.”
Li gorî Sazûmanên Destnîşankirina Asta Krediyan yên navneteweyî Moody's û Fitchê çalakiyên aborî yên Tirkiye di sala 2019 an de bi astek zêde dê lawaz bibin û mezinahiya aboriya Tirkiye dê ji sedî 2 piçûk bibe. Ligel vê yekê tê gotin bi vekişîna Amerîka ya li Sûriyê, Tirkiye dê di sala nû de li Rojhilata Navîn zêdetir bi kêşeyan re mijûl bibe.