HDKê kongreya xwe ya Stenbolê girê da
Li Stenbolê Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ji bo ku endam û rêveberên xwe yên nû diyar bikin kongreyek girê da. Endamên û rêveberên HDK di kongreyê de ragihandin ew dê rêxistina xwe xurtir û çalakiyên xwe jî berfirehtir bikin.
K24 – Stenbol
Li Stenbolê Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ji bo ku endam û rêveberên xwe yên nû diyar bikin kongreyek girê da. Endamên û rêveberên HDK di kongreyê de ragihandin ew dê rêxistina xwe xurtir û çalakiyên xwe jî berfirehtir bikin.
Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) li Stenbolê ji bo ku hevserokên xwe yên nû diyar bikin kongreyek girê da. Di kongreyê de li gel endamên HDK ê hevserok û revêbirên vê rêxistinê jî beşdar bûn. Berdevkê HDK yê Stenbolê Atîlla Ozdogan di kongreyê de ragihand di hilbijartina giştî ya 7ê hezîranê de hat dîtin ku pêwîstî li berfirehkirina xebatên wan hene .ji ber wê ew dê ji vî wextî û pêve rêxistina xwe çalaktir û berfirehtir bikin.
Atîlla Ozdogan ji K24ê re wiha axivî: ''Di hilbijartina 7 hezîrana borî de me dît ku pêwîstî li berfirehkirina xebatên me heye. Lewma em dê ji îro û pê ve xebatên xwe zêdetir bikin û çalakiyên xwe berfirehtir bikin. Ji bo wê jî em dê îro hevserok û endamên xwe yên nû hilbijêrin û bi wî awayî destbi xebatên xwe bikin.''
Di kongreyê de endamê HDK yê Stenbolê Sinan Gokçe jî got, em ê 12û 13 heyva bê li Enqerê kongreya xwe ya giştî pêk bînin û bi rêya vê kongreyê jî ew dê rê û rêbazên xwe yên ji bo pêşerojê gotubêj bikin.
Sinan Gokçe got: ''Di kongreya îro de emê endam û rêveberên xwe yên nû eşkere bikin û rê û rêbazên ku em di pêşerojê de rêve bibin gotûbêj bikin. Her wiha bi rêya vê kongreyê em hewl didin xwe bo kongreya mezin ya Enqereyê jî amade bikin.''
Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) beriya ku kongreya xwe ya giştî li Enqerê pêk bîne li Stenbolê endam û rêveberên xwe yên nû dê hilbijêre û ji bo hilbijartinên herêmî jî dê çalakiyên xwe zêdetir bike.