Li Tirkiyê dijayetiya penaberan zêde dibe

Li Tirkiyê dijayetiya penaberên Sûrî di demên dawî de zêdetir rû dide ku sedemên vê jî tên nîqaşkirin. Lêkolîner û pispor amaje dikin dijminatiya penaberan, bi rûdana kêşeyên civakî û aborî zêdetir dibe, di medyaya civakê de agahiyên xelet ên li ser penaberan jî dibe sedema dijminatiyê.

 

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê dijayetiya penaberên Sûrî di demên dawî de zêdetir rû dide ku sedemên vê jî tên nîqaşkirin. Lêkolîner û pispor amaje dikin dijminatiya penaberan, bi rûdana kêşeyên civakî û aborî zêdetir dibe, di medyaya civakê de agahiyên xelet ên li ser penaberan jî dibe sedema dijminatiyê.

Di medyaya civakî ya li Tirkiyê de piştî ku komeke koçberên Sûrî li qada Teqsîma Stenbolê bi slogan û bi ala Artêşa Azad a Sûrî sersala nû pîroz kirin, nerazîbûnên li ser koçberan di rojên dawî de zêdetir rû da. Gelek kes ji dîmenên şahî û pîrozbahiyên Sûrî aciz bû û bi awayeke dijminî helwestek nîşan dan.

Cîgirê Serokê Navenda Mafên Penaber a ku navenda wê li Stenbolê ye Weysel Eşsiz dest nîşan kir gotinên netewperest ên hin aliyên siyasî û agahiyên şaş derbarê penaberan de di medayaya civakî de tên belavkirin dibin sedema êrîşa li hember penaberan.

Cîgirê Serokê Navenda Mafên Penaber a Stenbolê Weysel Eşsîz ji K24ê re got: “Di civatê de gotinên wiha tên belavkirin ku dewlet mûçeyê dide penaberan, bêyî ezmûn penaber dikevin zanîngehan, di nexweşxaneyan de nakevin rêzê, heqê av û ceyranê nadin lê ev hemû derew in. Gotinên wiha yên şaş li her welatê ku kêşeyên aborî jî lê hebin hêrsa civatê li dijî hemû biyaniyan bêguman zêdetir dike. Li bajarê ku penaber lê dimînin kêşeyên binesazî û bajarvanî jî lê hebin yekser penaber tên tohmetbarkirin.”

Ji destpêka şerê li Sûriyê 2011 an vir de bi hatina koçberan di nav civatê de dengên nerazîbûnê jî zêde bûye.

Rojnamevan Umît Firatê di komeleyekê de ku li ser penaberan lêkolînan dike demekê wek rêvebir cîh digirt, dest nîşan kir nerazîbûna ku nîşanî koçberên Sûrî tê dayîn rasterast ji hikûmeta Tirkiyê re tên nîşandan.

Umît Firat dibêje: “Dijeyatiya penaberan ku ji zû da ye li Tirkiyê heye wê her berdewam be. Hikûmeta Tirkiyê bi mebesta başbûna jiyana koçberên Sûrî, bi piştgiriya fona Ewropayê di warê tenduristî, aborî û perwerdehiyê de bo penaberan xebatên baş kirin û ev toleransa hikûmetê bo penaberan di civatê de bû çavnebariya hin aliyan. Hin aliyên dijî hikûmetê jî vê yekê dîtin û di ser penaberan re hewl didin hikûmet bên tohmetbarkirin.  Ev kempîna nerazîbûnê jî zêdetir bi kêrî aliyên Tirkperest tê.”

Koçberên Sûrî yên li Tirkiyê dijîn 7 sala xwe ya li vî welatî qedandin. Di serî de koçber wek mêvan dihate dîtin. Lê belê tê amajekirin şer biqede jî piraniya kesên Sûrî ku mal û dikana xwe li Tirkiyê ava kirine vegera wan ne mimkun e. Loma ji hêla pisporan ve jî tê amajekirin polîtîkayên civakî jî li gor vê bên amadekirin.