Rawest: HDP hejmara şaredariyên xwe zêde dike

Li gorî encamên lêpirsînên saziyên rapirsiyê; di Hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de hejmara şaredariyên ku HDP bi dest bixe, dê ji hejmara şaredariyên ku di sala 2014'an de hatine bidestxistin, zêdetir be.

 

K24 – Diyarbekir

Li gorî encamên lêpirsînên saziyên rapirsiyê; di Hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de hejmara şaredariyên ku HDP bi dest bixe, dê ji hejmara şaredariyên ku di sala 2014'an de hatine bidestxistin, zêdetir be. Rayedarên HDP'ê dibêjin; sedema vê encamê, tayînkirina qeyûman û nasnekirina vîna Kurdan e. Rayedarên Ak Partiyê jî dibêjin; aramiya ku 2 sal in li bakûr çêbûye, dengên Ak Partiyê, li herêmê zêde dike.

Saziya Lêkolînê “Rawest” di rapirsiyên dawîn ên ji bo Hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an dide zanîn ku li gorî encamên rapirsiya wan; dê HDP bi taybetî li bakûr û li cihên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, bi ferqeke mezin Ak Partiyê derbas dike. Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli dibêje; em jî texmîn dikin ku dê hejmara şaredariyên HDP'ê zêdetir bibe û sedem jî wekî nêzîkahiyên li hember Kurdan û tayînkirina qeyûman nîşan dide.

Adnan Selçûk Mizrakli jiK24ê re got: "Bê guman ez jî bi heman awayî difikirim ku rêjeya dengên me zêde bûne û dê zêde bibin. Jixwe çend saziyên rapirsiyê jî di lêkolînên xwe de bal kişandibûn ser zêdebûna dengên HDP'ê. Li vê derê ya pêwîst ev e ku di nav pergaleke demokratîk de; di nav rejîmeke hiqûqî de derbaskirina vê pêvajoyê ye. Divê hem di pêvajoya dengdayînê de rêzdarî û ewlehî hebe hem jî di pêvajoya bangeşiyê de şert û mercên wekheviyê hebin."

Encamên rapirsiya Rawestê nîşan didin ku çawa bidestxistina şaredariya Rihayê ji bo HDP'ê zehmet be, bidestxistina şaredariya Wanê ya Ak Partiyê jî wisa zehmet e û li hin navçeyên Diyarbekir û Wanê jî HDP û Ak Partî di pêşbaziya wekheviya dengan de ne.  Serokê Ak Partiya Diyarbekirê  Suleyman Serdar Bûdak jî dibêje; Ak Partî di xebatên xwe de bi îddia ye ku li bakûr hejmara şaredariyên xwe zêde bike.

Suleyman Serdar Bûdak wiha axivî: "Di nav 2 salên dawîn de bi rastî jî hem ji aliyê xizmetê ve hem jî ji aliyê aramiyê ve guherîn û veguherînên ber bi çav hat jiyandin. Em Diyarbekirê mînak nîşan bidin; ev 2 sal in li van kolanan, agir nayê vêxistin, dikandar dikanên xwe nagirin. Ev jî ji bo welatiyên me girîng e. Ji ber vê  jî ev yek bandora xwe li xizmetên şaredariyan dike û pê re jî dengên me zêde bûne."

Di Hilbijartinên Herêmî yên 30'ê Adara 2014'an de Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP, bi girtina Milyonek û 885 hezar û 992 dengan; mafê rêvebirina 106 şaredariyan bi dest xistibû û Tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên BDP'ê ji 11'ê Îlona 2016'an dest pê kiribû û ji 106 şaredariyên BDP'ê; ji bo 95 şaredariyan qeyûm hatibûn tayînkirin.