Erdogan dixwaze Peymana Edene biwejîne

Erdogan piştî hevdîtina xwe ya li Moskovayê, Peymana Edene anî zîman û got: Wan pêwisti bi peymana Edene heye

K24 – Navenda Nûçeyan

Peymana Edene ku di navbera Tirkiyê û Surîyê de, sala 1998ê hati bû imzakirin, Serokê Rusî Putîn, ji nû ve anî rojevê.

Ev peyman bi armanca derxistina Abdullah Ocalan ji Suriyê û girtina kampên PKKê li vî welatî li ser 11 xelên pabendbûnê û  mekanizmayên hevbeş, hati bû imza kirin.

Erdogan piştî hevdîtina xwe ya li Moskovayê, Peymana Edene anî zîman û got: Wan pêwisti bi peymana Edene heye.

Di hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Rosya Viladamir Putîn de, peymana Edene ya di navbera Hikûmeta Ereb ya Surî û Komara Tirki de, hati bû imza kirin, dîsa hate rojevê.

Erdogan Piştî ji Hevdîtina Rusya Vegerya da xûyankirin: Wan li gel Putîn berferehî li ser Peymana Edene axifîne.

Dîyare, Serok Dewletê Rusya Putîn, bi destnişankirina Peymana Edene ya Suriyê û Tirkiyê, dixweze di navbera Erdogan û Esed de, lihevkirinekê dursit bike.

Peynama Edene ya 20ê Cotmeha sala 1998ê jibo 3 salan hati bû morkirin û van xalên sereke bixwe ve digre.

RÊKEFTINA EDENEYÊ

20 COTMEH 1998

SÛRIYE PABENDÊ VAN XALAN DIBE

1 - DERXISTINA OCALAN Û NEHÎŞTINA VEGERA WÎ

2 - DAXISTINA KAMP Û AKADEMIYÊN PKK

3 - ASTENGKIRINA XEBATÊN SIYASÎ, LEŞKERÎ, ABORÎ Û RAGEHANDINÊ

4 - SÛRIYE QEBUL DIKE PKK TERORÎST E

5 - ASTENGKIRINA HATUÇÛNA ENDAMÊN PKK

MEKANÎZMEYÊN HEVBEŞ

1 - XETA TELEFONA RASTERAST

2 - ÇAVDÊRIYA NÛNERTIYÊN DÎPLOMATÎK

3 - ÇAVDÊRIYA CÎBICÎKIRINA RÊKEFTINÊ

4 - BEŞDARKIRINA LIBNANÊ

5 -SOZA BICÎHKIRINA RÊKEFTINÊ

2010  - SERERASTKIRINA RÊKEFTINÊ

5-15 km TIRKIYE WÊ BIKARE SÎNOR DERBAS BIKE

Di beşe sererastkirina rêkeftina Edene de sala 2010 hate kirin ku Tirkiye dê bikare jiber ewlekariya sinurên xwe 5 heta 15 km nav xaka Surîyê ve biçe. Lê jibo vê yeke pêwiste Bişar Esed biryarê bide.

Piştî sala 2010ê, li Suriyê kriza siyasî destpê dike, Tirkiye Grupêk Oposizyona Surî destek dike û nevbara Erdogan û Esed  têk diçe.

 

 

C.B