Rageşiyen navber aTirkiye û Amerika
Li Tırkıyê ligel karvedanên Hilbijartinên herêmî rageşiyên bi Amerîkayê re jî di rojev û çapemeniya Tirkiyê de ciheke berfireh girtiye. Rayedarên her du welatan di mijara S 400 û firokeyên F35 de daxuyaniyên tund beramberî hev didin. Li gorî hin pisporan dibe ku Amerîka F35an radestî Tirkiyê neke û Tirkiye dê berê xwe bide welatên din. Hin pispor jî dibêjin ji bo ku Tirkiye berê xwe nede rojhelatê feratê Amerîka dê çend mijarên din jî weke kêşe bîne pêşiya Tirkiyê.
K24-Ankara
Li Tırkıyê ligel karvedanên Hilbijartinên herêmî rageşiyên bi Amerîkayê re jî di rojev û çapemeniya Tirkiyê de ciheke berfireh girtiye. Rayedarên her du welatan di mijara S 400 û firokeyên F35 de daxuyaniyên tund beramberî hev didin. Li gorî hin pisporan dibe ku Amerîka F35an radestî Tirkiyê neke û Tirkiye dê berê xwe bide welatên din. Hin pispor jî dibêjin ji bo ku Tirkiye berê xwe nede rojhelatê feratê Amerîka dê çend mijarên din jî weke kêşe bîne pêşiya Tirkiyê.
Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de mijarên S 400,Frokeyên F35, egera operasyona Tirkiyê bo rojhelatê Çemê Feratê û hemwelatiyên Amerîkayê yên li Tirkiyê di girtîgehê de ne careke din bûye sedema rageşî û daxuyaniyên tund. Di mijara mûşekên S400 Amerîka dibêje, divê Tirkiye aliyê xwe zelal bike, yan NATO yan Rûsya û ger Tirkiye mûşekên S400 bikire dibe ku firokeya F35 ji bo Tirkiyê neyê radestîkirin. Beramberî vê yekê Tirkiye jî dibêje ew neçarê bijardinê nînin û dixwazin hemû aliyan re pêwendiyên xwe pêş bixin û bang li Amerîka dike dawî hevkariya bi YPG bike.
Derbarê van geşedanên dawî de pipsorên Tirkiyê dibêjin dibe ku Amerîka firokeyên f-35 nede Tirkiyê lê belê Tirkiye dê berê xwe bide welatên din û li gorî Amerîkayê tev nagere.
Sûleyman Erdem - pisporê pêwendiyên navdewletîm, dibêje: "Belê dibe ku firokeyên F 35 Amerîka nede Tirkiyê. Lê belê ev yek zêde zirarê nade Tirkiyê. F35 nebe jî ji Rûsya, Çîn û ji yekîtiya Ewropayê firokeya şar ya cuda dibe ku bê kirîn. Amerîkayê bi destê xwe Tirkiye nêzîkê Rûsyayê kir. Çimkî Enqerê pêşî daxwaza kirîna patroîtan ji Washîngtonê kir lê belê Amerîkayê qebûl nekir ji loma jî Enqerê berê xwe da Moskowê. Amerîka her ku diçe dijî Tirkiyê gavan diavêje û ev yek dê pêwendiyên her du welatan jî her têk bibe."
Li gel van geşedanan Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku eger Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike, dê zirarê bibine û pêwîste demildat Tirkiye welatiyên Amerîkî yên di girtîgehande azad bike.
Hin pisporên ku balê dikşînin ser van daxuyaniyan dibêjin Washîngton dê çend mijarên din jî weke kêşe raberî Tirkiyê bike û nahêle Tirkiye berê xwe bide rojhelatê Feratê.
Engîn OKTEM -pisporê pêwendiyên navdewletî, got : Amerîkayê piştî ku biryara vekêşîna ji Sûriyê ragihand ji bo ku Tirkiye êrîşê nebe ser rojhelatê Feratê berê jî daxuyaniyên tund ragihandibûn. Daxuyaniya dawî ya Pompeo jî di vê çarçoveyê de ye û weke mijara keşîş Bronson dixwazin bi hemwelatiyên Amerîkî yên gitî careke din Tirkiyê bixin tengasiyê. jî Ligel vê yekê rojên bê de bazirganiya Tirkiyê ya bi Îranê re jî dê weke kêşeyekê xwe bide der. Yanî rageşiyên heyî dê zêdetir bibin.
Derbarê mijara S400 û firokeyên F35 de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku wan meseleya S400an bi dawî kir û di meha Tîrmehê de ev mûşek dê li Tirkiyê bêne bicihkirin. Erdogan derbarê F35an de jî got wan du firokeyên f35 standine ew ê du firokeyên din jî ji Amerîkayê bikirin. Lê belê pispor dibêjin heta ku kêşeyên heyî çareser nebin zehmete ku radestîkirina S400 û F 35an bikirin.