Efrîn: Hejmarek çekdarên grûba El-Hemzat brîndar bûn
Di encama teqîna mînekê li gundewarên Efrînê hejmarek çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê birîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqîna mînekê li gundewarên Efrînê hejmarek çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê birîndar bûn.
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kir, mînek bi otombîlek çekdarên El-Hemzat ên Artêşa Azad a Sûriyê, ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştevanîkirin, liser rêya di navbera gundên Kîmar û Berad ên Efrîn a Rojavayê Kurdistanê teqiya. Di encam de hejmarek çekdarên wê grûbê brîndar bûn.
Heta niha ne wê grûbê û ne jî, ti aliyek din, tu daxûyanî liser wê teqînê belav nekiriye.
C.B