"Divê Wezîrê Dadê guhdariya daxwazên girtiyan bike"

Înîsiyatîfa Divê Tecrît bê Rakirin Leyla Guven Mafdar e li Stenbolê çalakiyek birêve bir.

 

K24 – Stenbol

Înîsiyatîfa Divê Tecrît bê Rakirin Leyla Guven Mafdar e li Stenbolê çalakiyek birêve bir. Di çalakiyê de Hevberdevka HDKê Gulîstan Koçyîgît bang li Wezareta Dadê kir da ku guh bide daxwazên girtiyan. Parêzeran jî ragihand, divê şandeyeke serbixwe bikeve dewreyê. Tecrît û kêşeya Kurdî bihev ve girêdayîne.

Înîsiyatîfa Divê Tecrît bê Rakirin Leyla Guven Mafdar e ji bo ku balê bikişîne ser girevên birçîbûnê û palpitiyê bide girtiyan li Navneda Çanda Cemîl Canndaş ya li Şîşliya Stenbolê bi ser navê "Grevên birçîbûnê û Daxwazên Mafan" çalakiyek bi rêve bir. Ji Hevberdevkên HDKê Gulîstan Koçyîgît û Sedat Şenoglu heta pêkateyên HDKê parlamenter û rêvebrên bajêr û navçeyên Stenbolê yên HDPê, xizmên girtiyan, Dayikên Aştiyê û Komeleya Mafên Mirovan gelek dam û dezgehan beşdarî di çalakiyê de kir. Axaftina destpêkê ya çalakiyê Hevberdevka HDKê Gulîstan Koçyîgît kir. Wê di axaftina xwe de bang li Wezareta Dadê kir da ku guh bide daxwazên girtiyan û diyar kir, eger ev daxwaz bên pejirandin wê Tirkiye bikeve prosesa asayîbûnê.

Hevberdevka HDKê Gulîstan Koçyîgît got: "Ji 5ê Avrêla 2015an vir ve kêşeya Kurdî ji çareseriya demokratîk hatiye dûrxistin û welêt ber bi şerekî mezin ve hatiye ajotin û mafên herî rewa jî, têne destserkirin. Grevên birçîbûnê, ji bo girtiyan hatiye qonaxa herî dawîn, bo bilindkirina dengê xwe. Em yên li derve jî di heman rewşê de ne û ji mafê bilidkirina dengê xwe mahrûm hatine hiştin. Leyla Guven ji bo van kêşeyan dest bi girêva birçibûnê kiriye. Tenê ew tiştekî dixwazin; bila Ocalan jî wek her girtiyekî karibe bi malbat û parêzerên xwe re biaxive. Em ji vir bangê li wezareta dadê, hikûmetê û hemû rayedarên dewletê dikin guh bidin vê bangê û xwe lê ker nekin. Pêdiviya vî welatî bi aştî û demokrasyiyê heye."

Li gorî Înîsiyatîfa Divê Tecrît bê Rakirin Leyla Guven Mafdar e, tecrît ne tenê kêşeya girtî û ya vekirina deriyên Îmraliyê ye, kêşeya demokrasiya Tirkiyê ye û aliyê wê yê navneteweyî heye. Divê civak hemû bi vê kêşeyê rabe û bibe meseleyeke civakî.

Ji Înîsiyatîfa Leyla Guven Mafdar e û Divê Tecrît Rabe Denîz Bakir ji K24ê re got: "Ev nêzîk 5 mehên ku bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîtê berxwedanekê dest pê kiriye. Tecrît kêşeya herî sereke ya demokratîkbûyîna vî welatî ye; ji ber ku çareseriya kêşeya Kurd jî rasterast bi tecrîtê ve girêdayî ye. Çalakiya girêva birçîbûnê ji bo ku rêyeke nû bê vekirin bo prosesa çareseriyê ya demokratîk hate despêkirin. Em jî dixwazin kêşeya tecrîtê digel ya Kurdî bikin meseleyeke navneteweyî."

Di çalakiya Înîsiyatîfa Divê Tecrît bê Rakirin Leyla Guven Mafdar e de, panelên li ser tecrîtê jî hatin dirûstkirin. Di panelê de parêzaran mînakên ji cîhanê dan û diyar kirin dîroka tecrîtê dîrokeke kevn e. Ji Îrlandayê, heta Filîstîn û Srîlankayê bi rêya grevên birçîbûnê gelek maf hatine bidestxistin. Li Tirkiyê jî divê şandeyên serbixwe bikevin dewreyê û vê keşeyê çareser bikin, ji ber ku girevên birçîbûnê li Tirkiyê hatiye qonaxa xwe ya herî krîtîk.