4 sedemên sereke yên lawazbûna aboriya Tirkiyê

Pirsa 400, egera dubarebûna hilbijartina Stenbolê, kêmbûna pereyên benqa navendî ya Tirkiyeyê û bilindbûna nirxê petrolê 4 sedemên bingehîn ên lawazbûna aboriya Tirkiyeyê ne. Hikûmeta Tirkiyeyê bi krîzeke aborî re rûbirû ye û banga nêzikbûnê opozîsyonê dike. Lê opozîsyon ji banga hikûmetê bigûman e.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Pirsa 400, egera dubarebûna hilbijartina Stenbolê, kêmbûna pereyên benqa navendî ya Tirkiyeyê û bilindbûna nirxê petrolê 4 sedemên bingehîn ên lawazbûna aboriya Tirkiyeyê ne. Hikûmeta Tirkiyeyê bi krîzeke aborî re rûbirû ye û banga nêzikbûnê opozîsyonê dike. Lê opozîsyon ji banga hikûmetê bi gûman e.

Çi di siyaseta derve de, çi jî di siyaseta navxwe de alozî ji Tirkiyeyê kêm nabin û ev yek herî zêde bandor li ser aboriyê dike.  Di demên dawî de Lîreya tirkî careke din nirxê xwe kêm dike û Dolarekî Amerîkî gihiştiye nêzikê 6 Lîreyan. Li gor bûyer û pêşhatên dawî 4 sedemên bingehîn ên vê rewşê hene û ji nava wan jî ya herî germ hilbijartina Stenbolê ye.

Di encama hilbijartinê de namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu serketibû. Lê AK-Partî dij derket û ji bo betalkirina hilbijartinê serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind da. Komîsyonê heta niha jî biryara dawî nedaye û ev nediyarî zext li ser aboriyê dike.

Meseleyek din jî bilindbûna nirxê petrolê ye. Amerîka çend rojan berî niha biryar da ko Tirkiye jî nav de 8 welat ji dorpêçe dijî Îranê nayên bexşandin. Ev biryar ji bo aboriya Tirkiyeyê barek gelek giran e. Lewra Tirkiye enerjiya xwe ji Îranê dabîn dike û herî zêde pere ji bo enerjiyê serf dike.

Nûçeya Finacial Timesê ya di derbarê pereyên banka navendî de jî bû sedema kêmbûna nirxê lîreya Tirkiyeyê. Ev rojname dibêje pereyên banka navendî ya Trkiyeyê gihiştiye asta nemanê û yên heyî jî deynin. Banka navendî heta niha bersiv nedaye û biryar e roja çarşemê vê meseleyê zelal bike.

Pirsa S400 jî tirsek ciddî daniye ser aboriya Tirkiyeyê. Amerîka dibêje ger Tirkiye ji Rusyayê S400 bikire dê were cezakirin. Lê Tirkiye jî li ser kirîna S400an rijd e. Ev lihevnekirin di axaftina herî dawî ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî de eşkere bû.

Erdogan piştî hilbijartinê banga Hevpeymaniya Tirkiyeyê li opozîsyonê kiribû û gotibû dive ew ji bo mayîndebûna welatê xwe hêsinê sar bikin. Lê opozîsyona Tirkiyeyê di wê baweriyê de ye ko Tirkiye bi qeyraneke aborî re rû bi rû ye û hikûmet dixwaze opozîsyonê bike hevpişkê şaşiyên xwe û berpisiyasriya têkçûna aboriyê ji ser xwe bavêje.