Sendîkaya Rojnamevanan: 142 rojnamevan li Tirkiyê girtî ne

Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê der barê rewşa rojnamevanan û azadiya medyayê ya li Tirkiyê de raporta xwe ya salane belav kir.

 

K24 – Stenbol

Bi helkefta Roja Azadiya Medyayê ya Cîhanê ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wek 3 Gulan hatiye ragihandin, Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê der barê rewşa rojnamevanan û azadiya medyayê ya li Tirkiyê de raporta xwe ya salane belav kir. Li gor raporê, li cîhanê herî zêde li Tirkiyê rojnamevan hatine girtin ku hejmara rojnamevanên girtî wek 142 hatiye eşkerekirin. Ligel girtin û desteserkirinê, dadgehkirin, bêkarî jî kêşeyên sereke yên rojnamevanan tên destnîşankirin.

Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê, di Roja Azadiya Medyayê ya Cîhanê de li Stenbolê der barê azadiya medyayê û rewşa rojnamevanên li Tirkiyê de raportek belav kir. Di raporê de ku ji hêla parêzer Ulku Şahîn ve hat xwendin, rûdanên li ser rojnamevanan û dezgehên ragihandinê yên ji Nîsana 2018an heta Nîsana 2019an cîh digirin. Li gor raporê 142 rojnamevanan ku tê de Kurd jî hene hatine girtin.

Parêzer Ulku Şahîn got: "Di nav saleke dawî de 74 rojnamevan 256 sal cizaya hepsê xwarin û ji gelek rojnamevanan re ji ber nûçeyên çêkirine nêzî 29 milyon dolar cezaya pereyê hatiye dayîn. Piraniya rojnamevanên hatine girtin, bi bangeşa û endamtiya rêxistinên terorî hatine tohmetbarkirin. Her wiha gelek rojnamevan dema kar rastî gelek êrîşan hatine ku kesên êrîşkar nehatine cizakirin."

Serokê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê Gokhan Durmuş da zanîn Tirkiye di azadiya medyayê de li nav 180 welatan de di rêza 157an de cîh digire.

Gokhan Durmuş ji K24ê re wiha axivî: “Desteserkirin, girtin, dozên tên vekirin û bêkari kêşeyên sereke yên xebatkarên medyayê yên li Tirkiyê ne. Ji ber fişaran rojnamevan bi azadî nikarin bixebitin. Helbet li gelek welatên cuda fişar li ser rojnamevanan hene, lê mixabin li cîhanê herî zêde li Tirkiyê rojnamevan hatine girtin.”

Di Roja Azadiya Medyayê ya Cîhanê de ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wek 3 Gulan hatiye ragihandin, Balyozxaneya Amerîkayê ya Tirkiyê jî bal kişand ser azadiya medyayê û bang li Enqerê kir rêz li azadiya fikr û ramanan bê girtin. Serokkomariya Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşanî balyozê Amerîkayî da û amaje kir divê Amerîka bila bala xwe bide kêşeyên gendelî û nîjadperestî