Li Ser Penaberên Sûriyeyê Yên Li Tirkiyê Konferansek Hate Sazkirin
Li Tirkiyê hejmara penaberên Sûriyeyî yên ku ji ber şerê nevxweyî neçarî reviyane her ku diçe zêde dibe û ji ber operasyonên Rûsya û Rejîma Esad bo ser Idlibê egerek zedeye ku girseyên xelebalix yên Penaberan berê xwe bidin Tirkiyê. Li ser van mijaran li Enqera Paytexta Tirkiyê Konferansek hate lidarxistin. Rayedarên hikûmetê yên ku beşdarî konferansê bûn dibêjin Tirkiye bi her awayî mafê penaberan diparêze. Pispor jî dibêjin Tirkiye li ser sînorê Sûriyê ji bo penaberên nû kampan ava dike.
K24- Ankara
Li Tirkiyê hejmara penaberên Sûriyeyî yên ku ji ber şerê nevxweyî neçarî reviyane her ku diçe zêde dibe û ji ber operasyonên Rûsya û Rejîma Esad bo ser Idlibê egerek zedeye ku girseyên xelebalix yên Penaberan berê xwe bidin Tirkiyê. Li ser van mijaran li Enqera Paytexta Tirkiyê Konferansek hate lidarxistin. Rayedarên hikûmetê yên ku beşdarî konferansê bûn dibêjin Tirkiye bi her awayî mafê penaberan diparêze. Pispor jî dibêjin Tirkiye li ser sînorê Sûriyê ji bo penaberên nû kampan ava dike.
Li sûriyê di sala 2011an de bi destpêkirina şerê navxweyî bi milyonan Sûriyeyî cih û warê xwe terikanidn û ji neçarî berê xwe dan welatên derdorê. Yek ji wan welatan ku herî zêde bûye rawestgeha penaberên Sûrî Tirkiye ye. Di 8 salên borî bi bi milyonan penaberên Sûriyeyî li bajarên Tirkyê û bakurê Kurdistanê bicih bûne û bi hezaran jî li kapman de dijîn. Li ser rewşa penaberên Sûriyeyî yên Tirkiyê û li ser egera hatine penaberên nû li Enqera paytexta Tirkiyê Konferanseke navneteweyî hate lidarxistin.
Di konferansê de ji wezareta karên navxweyî Seroka daireya Penaberiyê Ozge Bayar axaft û got di destpêka sala 2011an de 250 penaberên Sûrî hatine Tirkiyê lê niha ev hejmar milyonan derbas kiriye û Tirkiye bi her awayî pêdiwiyên penaberan bicih tîne.
Ozge Bayar -midûra Daireya Penaberan ya girêdayî Wezareta Navxweyî – got: " Penaberên ku ji Sûriyê berê xwe dane Tirkiyê di 29ê Nîsana sala 2011an de 250 û 300 kes bûn. Lê îro ev hejmar li Tirkiyê gihiştiye 3 milyon û 605 hezar û 615 penaberên Sûriyeyî. Tirkiye niha di çarçoveya yaseya Parastina demkî de Di warê perwerde, tendûristî û karkirinê de hemû mafên van penaberan diparêze. Ji aliyê Tirkiyê ve mûçeyek ji bo penaberan nayê dayîn tenê ji aliyê Yekitiya Ewropayê vê alikariya pere tê kirin."
Li gel vê yekê di konferansê de amaje bi vê yekê hate kirin ku ev penaberên niha li Tirkiyê dijîn ji sedî 95ê wan navwazin vegerin welatê xwe û Tirkiye jî bi zorî nikare van bîşîne welatê wan. Herwiha serokê komelaye Piştevaniya Koçber û penaberan Hûseyîn Raşît Yilmaz jî ragihand ku ji ber aloziyên li Sûriyê pêleke nû ya penaberên sûrî berê xwe dide Tirkiyê.
Hûseyîn Raşît Yilmaz - serokê Komeleya Piştevaniya Koçber û Penaberan, got: "Xuyaye ku li Idlibê dê qeyraneke mezin rû bide. Hejmareke zêde sivîl li wê derê kom bûne û egerek zêdeye ku pêleke nû ya penaberan bo ser
Tirkiyê ve bê. Li hemberî vê yekê Tirkiye di nava amadekariyan de ye. Taybetî li Efrîn, Cerablus, El Babê û deverên bi operasyonên Şaxa Zaytûnê û Mertala Firatê hatine bidestxistin ji bo penaberên nû kamp têne avakirin. Li gel vê yekê êdî ne bawerim ku penaberên li Tirkiyê vegerin welatê xwe."
Pisporên beşdarî konferansê bûndiyar kirin ku di nava penaberên berê xwe dane Tirkiyê de hejmarek zêde endamên DAÎŞê û malbatên wan jî hene û ger ew kes û malbatên wan neyên diyarkirin û entegrekirin rojên bê de ji bo ewlehiya navxweyî ya Tirkkiyê dê bibin gefeke mezin û bûyerên weke Srîlankayê dê rû bidin.