Armanca serdana Çavusoglu bo Îranê

Wezîrê Karên Derva yê Tirkîyeyê Mevlut Çavusoglu ji bo du rojan çû Îranê û wê li gel hevpostê xwe yê Îranê Cewad Zerîf hin hevdîtinan pêk bîne. Li gorî pisporên Tirkîyeyê ji xeynî peywendîyên dualî, wê gemaroyên Amerîkayê û bazirganîya her du alîyan jî bê axaftin. Her wiha pispor dibêjin, wê Tirkîye bi navbeynkarîya Îranê daxwaza bidawîanîna êrîşên li ser Îdlibê ji rêveberîya Şamê bike.

K24- Enqere

Wezîrê Karên Derva yê Tirkîyeyê Mevlut Çavusoglu ji bo du rojan çû Îranê û wê li gel hevpostê xwe yê Îranê Cewad Zerîf hin hevdîtinan pêk bîne. Li gorî pisporên Tirkîyeyê ji xeynî peywendîyên dualî, wê gemaroyên Amerîkayê û bazirganîya her du alîyan jî bê axaftin. Her wiha pispor dibêjin, wê Tirkîye bi navbeynkarîya Îranê daxwaza bidawîanîna êrîşên li ser Îdlibê ji rêveberîya Şamê bike.

Wezîrê Karên Derva yê Tirkîyeyê Mevlut Çavusoglu li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarîf çû Îranê û biryar e ku bo du rojan li bajarê Îsfehanê hin serdan û hevdîtinan pêk bîne. Di serdana Çavusoglu ya 20 û 21ê Hezîranê da, li ser peywendîyên dualî, mijarên herêmî û navneteweyî wê danûstandin bên kirin.

Ev demekî ye ku berpirsên payebilind yên welatên Ewropa û cîhanê serdana Îranê dikin. Pispor dibêjin, Tehran dixwaze peywendîyên xwe yên bazirganîyê li gel Enqereyê bêyî ku Tirkîye tûşî kiryarîyên Amerîkayê bê bidomîne, ji bo vê jî rîyên alternatîf digere. Her wiha pispor didin zanîn ku di navbera her du alîyan da wê mijarên ewlehîyê, bi taybetî jî wê kêşeya Îdlibê bê axaftin.

Denîz Caner-pispora di bwarê Îranê, got:"Piştî gemaroyên Amerîkayê ev demekî ye ku Îran li herêmê hatîye dorpêçkirin. Ji loma jî hewlên dîplomatîk dide ku xwe ji vê dorpêç û zextan xilas bike. Ji ber vê jî Îran li herêmê herî zêde dixwaze bi Tirkîyeyê bikeve nav peywendîyan. Îran dixwaze herî zêde peywendîyên xwe yên bazirganîyê li gel Tirkîyeyê bipêş bixe. Tirkîye jî wê mijara Îdlibê bîne rojevê."

Piştî nameya Amerîkayê bo S-400an û F-35an Serokkomarê Tirkîyeyê li Serokkomarê Îranê gerîyabû û peyama xurtkirina peywendîyên Enqere û Tehranê dabû. Ji loma jî hin pispor vê serdanê wek peyameke bo Amerîkayê jî dinirxînin.

Dunya Başol-pisporê peywendîyên navdewletî, dibêje:"Ev serdan di esasê xwe de nîşaneya tifaqa nû ya li herêmê ye ku Rûsya vê saz dike. Her çiqas navbera Tirkîye û îranê ji ber hin probleman zêde baş nebe jî, ev serdan wê herî zêde bi kêrî tifaqa antî-Amerîkayê were

ku hêj ev yek nehatîye deklarekirin. Ji loma jî helbet bo Amerîkayê hin peyam jî dide Enqere."

Tirkîye û Îrana ku du rikberên herêmî ne, piştî sala 2015an ku Tirkîye di meseleya Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê da ji Amerîkayê cihê bû û vir va di nav hevkarîyê da ne, û her du welat li gel Rûsyayê di sala 2017an da proseya Astanayê dabûn destpêkirin.