Li Tirkiye damezrandina partiyên nû di rojevê de ye

Piştî ku AK Partî û di hilbijartinên şaredariya Stenbolê de şikestin xwarin, nîqaşên damezrandina partiyên nû careke din hatin rojeva Tirkiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku AK Partî û di hilbijartinên şaredariya Stenbolê de şikestin xwarin, nîqaşên damezrandina partiyên nû careke din hatin rojeva Tirkiyê.

Serokomarê û  Serokê Giştî yê AK Partiyê Receb Tayîb Erdogan da xuyakirin, ewê di asta partî û kabîneyê de guhertinan bikin, lê ne ji bo daxwaza hin aliyan.

Li medya Tirkiyê tê îdîakirin, Erdogan di civîna desteya rêveberiya partiya xwe de gotiye, Ebdula Gul û Ehmed Davutoglu xayîntî li wan kirine.

Nivîskar Kemal Ozturk ku sê sal berpirsiyariya ragihandina Erdogan kiriye, dibêje, 10 roj beriya hilbijartinê, Elî Babacan bi Erdogan re civiyaye û biryar daye ku dest ji endamtiya AK Partiyê vekişe. Da xuyakirin, bi pêşengiya Ebdula Gul, Elî Babacan û Ehmed Davutoglu, ji du qolan dest bi damezrandina partiyên nû hatiye kirin. Bayê guhertinê, bandor li CHP û Îyî Partî jî dike û piştî nameya Ocalan, di nav HDPê de jî lêgerînên nû hene.

Li gor gengeşeyên medya Tirkiyê, Erdogan di demeke pir nêzîk de, Wezîrê Gencîneyê Berat Albayrak ji ber xerabiya aboriya Tirkiyê  ji kar dûr bixe. Her weha egera dûrxistina Wezîrê Navxweyî Silêman Soylu jî tê gengeşekirin ku hember Kurdan û dijbereyan zimanê tund bikaraniye.

Binalî Yildirim, namzetê neserkeftî yê AK Partiyê dibêje, ew di nav hikûmetê de çaverêyî postek nû nake û dixwaze tenê erkê xwe yê parlamenteriyê berdewam bike. Binalî Yildirim, beriya ku bibe namzetê Şaredariya Stenbolê, Serokê Parlamentoya Tirkiyê bû.

Şîrovekar, rewşa nû wek "Tirkiyeyeke nipnû" binav dikin û dibêjin, bi encamên dawî, li Tirkiyê hevsengiyên nûyên siyasî saz bûne. Tê çaverêkirin, di serî de derbarê Pirsa Kurdî hin guhertin hebin û dibe ku di demeke nêzîk de, Selahedîn Demîrtaş û gelek girtiyên siyasî û hizrî bên berdan û balê dikşînin li ser egera hilbijartineke pêşwext ya Tirkiyê.

 

 

 

C.B