Îranê asta Ûranyûmê zêde kir
Ji Komara Islamî ya Îranê hate ragihandin, ku asta Ûranyûmê ya di Rêkeftina Atomî de bi 300 kilograman hatibû diyarkirin, hate bilind kirin û xala Rêkeftinê hate hilweşandin

K24 – Navenda Nûçeyan
Ji Komara Islamî ya Îranê hate ragihandin, ku asta Ûranyûmê ya di Rêkeftina Atomî de bi 300 kilograman hatibû diyarkirin, hate bilind kirin û xala Rêkeftinê hate hilweşandin.
Di Rêkeftina Atomî ya ku di sala 2015an de di navbeyna Amerika, Ingilistan, Fransa, Almanya, Rûsya, Çîn û Îranê de hatibû îmzekirin de, asta Ûranyûmê 300 kg hatibû destnîşan kirin.
Piştî vekşîna Amerika ji Rêkeftinê û sepandina dorpêçan, Îranê diyar kiribû, ger dorpêçên Amerika, ji welatên din ên Rêkeftin vajo kirî de neyên berteref kirin, dê Îran asta Ûranyûmê bilind bike.
Ligor Ajansa Fars a Îranê, ji îro ve Îran asta 300 kg Ûranyûmê bilind kiriye.
C.B