Gelo li Tirkiyê careke din proseya çareseriyê dest pê dike?

Li Tirkiyê Partiya demokratîka a Gelan HDP lez dide xebatên xwe ku ji bo meseleya Kurd û proseyeke nû ya çareseriyê di parlementoya Tirkiyê de û derveyî parlementoyê hevdîtinan pêk bîne. Cigirê Serokê fraksiyona HDP dibêje êdî dema axaftina van mijaran hatiye û ew ê biçin ber deriyê hemû partiyan. Hiqûqnas jî dibêjin di parlementoya Tirkiyê derbarê proseya çareseriyê de yaseyeke ku hatiye pesendkirî heye û ev yase hêj derbasdar e.

K24-Enqere

Li Tirkiyê Partiya demokratîka a Gelan HDP lez dide xebatên xwe ku ji bo meseleya Kurd û proseyeke nû ya çareseriyê di parlementoya Tirkiyê de û derveyî parlementoyê hevdîtinan pêk bîne. Cigirê Serokê fraksiyona HDP dibêje êdî dema axaftina van mijaran hatiye û ew ê biçin ber deriyê hemû partiyan. Hiqûqnas jî dibêjin di parlementoya Tirkiyê derbarê proseya çareseriyê de yaseyeke ku hatiye pesendkirî heye û ev yase hêj derbasdar e.

Li Tirkiyê piştî nameyên rêberê PKK Ebdullah Ocalan û helwesta nerm ya hikûmetê din ava rayagiştî ya Tirkiyê egera carekedin destpêkirina çareseriyeke nû û çareserkirina meseleya Kurdî xwe daye der. Li ser vê yekê Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî ku di parlementoya Tirkiyê de 64 parlementerê wê hene beriya ku parlementoya Tirkiyê bikeve bêhnvedanê hewl dide ku bi hemû partiyên siyasî li ser çareseriya meseleye kurd û proseyeke çareseriyê hevdîtinan pêk bîne.

Li ser vê mijarê Cigirê Serokê fraksiyona HDP yê Parlamena Tirkiyê Saruhan Oluc diyar kir ku êdî pêdiwiya axaftina van her du mijaran heye û ew ê ji bo çareseriya deriyê hemû partiyên siyasî bixin.

Saruhan Oluç -cigirê serokê fraksiyona HDP yê Parlamena Tirkiyê, got: Li Tirkiyê di çarçoveya çareseriya meseleya Kurd de em dibêjin ku heyameke nû ya giftûgoyê dest pê kiriye û pêwîste gavên çareseriyê li gel hemû layenan bê avêtin. Emê careke din ji bo ku li Tirkiyê meseleya Kurd bê çareserkirin û proseyeke nû bê destpêkirin bi hemû layenan re biaxawin. Em ê ligel hemû partiyên di parlementoyê de taybetî jî bi CHP û AK Partıyê re biaxawin. Herwiha bi hemû partî û sazyên derveyî parlementoyê ne jî em ê hevdîtinan pêk bînin.

Li gel vê yekê hiqûqnas Fîdel okan jî dibêje di arşîvên parlementoya Tirkiyê de yaseya çareriyê heye û dema ku Ak Partiyê xwe ji partiya netewperest MHPê durxist dê ev yase careke din karîger bibe.

Fîdel Okan –hiqûqnas, got: Derbarê proseya çareseriyê de di parlementoya Tirkiyê de yaseyeke ku hatiye pesendkirî heye û ev yase hêj derbasdar e, tenê nayê karîgerkirin. Ji ber ku hevkarê deshilatê partiya netewperest MHP careke din destpêkirina proseyekê weke îxanetekê dibîne û naxwaze. Dema ku Ak Partî xwe ji MHPê dûr bixe ev yaseya heyî dê careke din karîger bibe.

Di newroza sala 2013an ya li Diyarbekirê nameya rêberê PKKê Ebdulah Ocalan hatibû xwandin û piştre di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de şer rawestiya bû û proseya çareseriyê dest pê kiribû heta Tîrmeha 2015an. Piştî teqîna pirsûsê û kuştin du polîsan şer û pevçûn li seranserê bakurê Kurdistanê dest pê kiribû.