Li Kobanî, di encama teqîna mînê de 2 kesan jiyana xwe jidest da, 5 brîndar in

Di encama teqîna mînekê li Gundewarê Kobanî, 2 kesan jiyana xwe jidest da û 5 kesên din jî, brîndar bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama teqîna mînekê li Gundewarê Kobanî, 2 kesan jiyana xwe jidest da û 5 kesên din jî, brîndar bûn e.

Nûçegihanê Kurdistan 24 ragehand,  li gundê Zor Mexa yê ser bi Kobanî ve,  mînek bi otombîlekê ve teqiya û ji encama wê teqînê,  jinek bi navê Eyşê Mistefa, herwiha welatiyê bi navê Xalid Ehmed jiyana xwe jidest dan. Herwiha  5 kesên din  jî, ku di nava otomobîlê de bûn birîndar bûn, ku birînên wan sivik in.

Piştî jinavbirina rêxistina DAIŞê li Kobanî, hejmarek ji welatiyên wê deverê bi mînên vedayî yên wê rêxistinê, jiyana xwe jidest dabûn.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment