Li Idlibê – 24 demjimêr ên bê şer!

24 demjimêrên bê şer, liser navçeya kêmkirina şer derbas dibin û Desteya Tehrîr elŞam jî radighîne, ew pabendî agirbestê dibin...

K24 – Navenda Nûçeyan

24 demjimêrên bê şer, liser navçeya kêmkirina şer derbas dibin û Desteya Tehrîr elŞam jî radighîne, ew pabendî agirbestê dibin, lê her êrîşek artêşa Sûriyê agirbestê hildiweşîn e.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, di dem a 24 demjimêrên borî de, firokeyên Sûriye û Rûsyayê tu êrîşek liser navçeya kêmkirina şer encam nedan e û rewşa navçeyê aram e.

Ji aliyê xwe ve, Desteya Tehrîr elŞam, ku piraniya parêzgeha Idlibê kontrol dike, di daxûyaniyekê de ragihand, ew dê pabendî agirbesta rawestandina şerê li navçeya kêmkirina şer li bakûrê rojavayê Sûriyê bibin. Lê, her bombebaran an êrîşek artêşa Sûriyê li ser bajarok û gundên di bin kontrola wê de, dê bibin sedemê hilweşandina agirbestê û dê bersiva êrîşan bidin.

Desteya Tehrîr elŞam di daxûyaniya xwe de herweha ragihand, ew kar ji bo rûxandina rêjîma Sûriyê, serbest berdan a girtiyan û vegerandina penaber û koçberan, ligorî awayên siyasî û leşkerî dikin.

Şeva borî, artêşa Sûriyê ragihand, ew pabendî agirbesta navçeya kêmkirina şer dibin, lê mercê, bicîhkirna Rêkeftna Soçî ya di navbeyna Rûsya û Tirkiyê de.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment