Rageşiya Ewropa û Tirkiyê li ser pirsa penaberan zêdetir dibe
Rageşiya di navbera Ewropa û Tirkiyê de ya li ser xebatên bo dîtina neft û gaza sirûştî ya li deryaya Rojhilatê Naverast rû dida niha di ser pirsa penaberan re zêdetir dibe.
K24 – Stenbol
Rageşiya di navbera Ewropa û Tirkiyê de ya li ser xebatên bo dîtina neft û gaza sirûştî ya li deryaya Rojhilatê Naverast rû dida niha di ser pirsa penaberan re zêdetir dibe. Piştî biryara rawestandinê ya li ser rêkeftina penaberan a ji hêla Tirkiyê ve hat dayîn pispor bal dikişînin ser metirsiya jiyana penaberan ku di navbera welatan de bûye babeta bazarî.
Pirsa Penaberan ku piştî destpêka şerê li Sûriyê ya 2011an sal bi sal zêdetir di rojeva cîhanê de cîh digire û di pêwendiyên Tirkiye û Ewropayê de wek sernaveke krîtîk tê pênasekirin. 3 sal berê her du alî li ser mijarê bi peymanek li hev kiribûn. Li gor vê Tirkiye penaberên ku di ser axa xwe re derbasî Ewropayê bibin wê bihewîne, beramberî vê Yekîtiya Ewropa jî dê alîkariya darayî bike.
Niha Tirkiye piştî rageşiya bi Ewropayê re ya li ser deryaya Rojhilatê Naverast, rawestandina peymanê ragihand. Bi boçûna rayedarên Tirk penaberên li xaka xwe bihêlin wê derbasî Ewropayê bibin hikûmetên Rojava dê têk biçe.
Bi nêrîna Hakan Tahmazê nivîskar û aktîvîst penaberan di ajandaya dewletan de wek mijareke ne însanî wek mijareke bazartî cîh digire.
Nivîskar Hakan Tahmaz ji K24ê re got: “Tirkiye ji hêla aborî û siyasî ve ketiye tengasiyekê û li nav civatê jî sedema wê hebûna penaberan tê destnîşankirin. Ji ber van sedeman hikûmeta Tirkiyê jî di pêwendiyên xwe derva de dest bi guhertinê dike. Ev dijminatiya li Ewropayê ya li ser koçberan niha li Tirkiyê bi gotinên hin nûnerên partiyên siyasî zêdetir rû dide ku ev tişt gelek metirsîdar e.”
Yekîtiya Ewropayê ku dixwaze pêla penaberan a herî mezin a piştî şerê duyemîn ê cîhanê rû dide bide sekinandin, ji ber 72 krîterên li ser aborî,civakî, hiqûq û demokrasiyê Tirkiyê bi cîh neaniye loma serbestiya wîzeyê nade lê Tirkiyê jî Ewropa sucdar dike ku alîkariya darayî bi temamî nehatiye kirin.
Di vê derbarê de Prof. Dr. Murat Erdogan dibêje: “Her çi be jî êdî Sûrî yên li Tirkiyê ku hejmara wan ji zêdeyî 3 milyon û 500 hezar e pir zehmet e ku Tirkiyê bi cîh bihêlin.Çimkî jiyanek li Tirkiyê ava kirine û nikarin dev jê berdin. Divê Ewropa û Tirkiye ji bo safîkirina vê meseleyê bi pîvanên hiqûqa navdewletî çareyek mayînde peyde bikin.”
Nediyariya peymanê ya navbera Tirkiyê û Ewropa bandor li ser koçberan dike û peydenekirina çareyeke zelal metirsiya jiyana koçberan jî zêdetir dike.