CHP hûrgiliyên konferansa li ser Sûriyê aşkere dike

Ji bo ku mil bide çareseriyên kêşeya Sûriyê yên navdewletî CHP wê bi navê "Konferansa Navdewletî ya Sûriyê" çalakiyekê bibe serî.

 

K24 – Stenbol

CHP li ser Sûriyê konferasekê pêk tîne. Beriya konferansê cîgrên serokê giştî yê CHPê ji Kurdistan24ê axivîn û diyar kirin, di dîrokê şer û pevçûnên mezin pêk hatine di nava Kurd û Areban de. Ew nawazin ku li Sûriyê jî rûdaneke bi vî rengî biqewime. J bo vê jî ew ê hewleke çarseriya siyasî bikin.

Ji bo ku mil bide çareseriyên kêşeya Sûriyê yên navdewletî CHP wê bi navê "Konferansa Navdewletî ya Sûriyê" çalakiyekê bibe serî. Derbarê naveroka vê konferansa ku wê di 28ê Îlonê de li Stenbolê biçe serî Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba kongreyeke medyayê lidarxist. Agbaba diyar kir, Piştî hejmara penaberan çû ser 3 milyonan desthilatê dest bi hilberîna polîtîkayên koçberiyê kiriye. Berî wê gava xwe jî nediavêt. Her diçe şerê li Sûrîyê kûr dibe. Pêwîst e li Sûriyê çareseriyen li ser bingeha mafên mirovan bên peydakirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba got: "Desthilatê guh nedaye hişyariyên CHPê û Tirkiye li Sûriyê avêtiye nava agirekî mezin. Loma armanca me ya di vê konferasê de danîna peywendiyên cîrantîyê ye û pêkanîna wê ye. Bi vê konferansê em ê hewl bidin ku di nava civaka Tirkîyê û Sûrîyê de peywendîyeke xurt bê danîn. Hemû aktorên herêmê ji Amerîkayê bigirin heta Rûsya, Îran û Sûriyê wê nûner û çavdêrên pispor beşdarî konferansê bibin. Amanç pedakirina çareseriyeke siyasî ye, ya ji bo Sûriyê."

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Yunus Emre jî beşdarî kongreya medyayê bû û ji bo Kurdistan 24ê diyar kir ku, kêşeya li Sûriyê bi pêywendiya di nava dewletan de ancax dikare were çareserkirin. Loma şaş e ku Tirkiye di şerê Sûriyê de bi tenê li cem komekê bisekine. Em doza çareseriyeke demokratîk dikin li Sûriyê, ne şerekî çekdarî. Destûra Sûriyê jî, divê hemû civakên li Sûriyê karibin xwe di navê de bibin. Çareseriyeke li derveyî vê yekê wê encam nede.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Yunus Emre ji K24ê re got: "Mixabin di dîrokê de li Rojhilata Navîn kêşeyeke giran peyda bûye. Berê me dît, di nava Kurd û Areban de dijberiyek pêk hat. Li Helebçeyê encamên bi xwîn û gelek dilsotîner pêk hatin. Divê ev yek me fêrî tiştekî bike. Ji berê heta niha şer û pevçûnên di nava Kurd û Areban de encamên xirap derxistine holê. Li Sûriyê divê ev yek pêk neyê. Rakîşiyeke li ber teqînê heye li Sûriyê. Ne tişekî rast e ku di vê kêşeya dîrokî û civakî de Tirkiye bi tenê li rex aliyekî nêzîkî meseleyê bibe. Di dawiya dawîn de Kurd û Areb civakên vê herêmê ne. Dîrokeke me ya hevar heye. Em bi vê şêweyê nêzîkî meseleya li Sûriyê dibin."

Di daxuyaniya çapeniyê de li ser pirseke rojnamegeran ya wek "Gelo ji PYDê jî kes hate vexwendin?" Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba got; Me ji PYDê kes nevexwend. Ji ber ku ji sala 2015an ve PYD li di nava qanûnên Tirkiyê de wek rêxistina terorê derbas dibe. Ji Kurdistana Iraqê jî kes nîn e. Lê wê ji Kurdan beşdar û çavdêr di konferansê de cih bigrin. Konferansa Sûriyê wê di 28ê Îlonê de pêk bê. Di çarçoveya konferansê de wê mijarên wek, "Asta Navneteweyî ya Kêşya Sûriyê", "Kêşeyên Penaberên Sûriyeyî ku Rûbirû dimînin", "Jiyana Civakî û Hevahengî", "Rewşa Stratejîk ya Aktorên Herêmê", "Rola Rêveberiyên Herêmî, Kêşe û Pêşniyar" di 5 beşan de bêne nîqaşkirin. Herwiha Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî wê di konferansê de axaftina destpêkê bike.