Îmamoglu: Emê penaberên Sûrî neçar nehêlin

Serokê Şaredariya Mezin ya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu derbarê penaberên Sûrî û perwerdehiya zimanê Kurdî de bo Kurdistan24ê axivî.

 

K24 – Stenbol

Serokê Şaredariya Mezin ya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu derbarê penaberên Sûrî û perwerdehiya zimanê Kurdî de bo Kurdistan24ê axivî û diyar kir, ew ê çavê xwe li kêşeyên penaberên Sûrî negirin û wan tawanbar nekin, wek hin kesên ku dikin û di perwerdehiya zimanê Kurdî de jî bi biryarên û çiqaz daxwaz hebe, ew dê ewqas kursan vekin.

Serokê Şaredariya Mezin ya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, piştî beşdarî konferansa CHPê bû ya bi navê "Deriyê Ku Bo Aştişyê vedibe Li Sûriyê" derbarê rewşa penaberên Sûrî û perwerdehiya zimanê Kurdî bo Kurdistan24ê axivî. Îmamoglu diyar kir, em dizanin ku ew penaberên Sûrî ji wî şerê ku jê bawerna kin hatine welatê me û li vir ji xwe re jiyaneke nû ava dikin. Ne tiştekî rast e ku em wan sucdar bikin. Em ê wan neçar nehêlin. Ji bo ku ew jî jiyaneke asayî bijîn em ê her cure hewlan bidin û qada navneteweyî jî tevlî meselê bikin.

Serokê Şaredariya Mezin ya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji K24ê re got: "Di rojeva me de pêşî zarok û jinên penaber ên Sûrî hene. Fermana ku nirxê wijdana civakî û gerdûnî ye jî vê yekê li me ferz dike. Wek rêveberiya herêmî em dikarin kîjan kêmasiyê temam bikin em ê li wê meyze bikin û bi şûn de jî ew polîtîkayên ku em behsa wê dikin em ê karîger bikin."

Serokê Şaredariya Mezin ya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser perwerdehiya zimanê Kurdî jî da zanîn, ew di mijara perwerdehiya zimanê Kurdî zelal in û vê prosesê jî wê bidin dest pê kirin.

Ekrem Îmamoglu wiha axivî: "Berê jî me gotibû, em di warê perwerdehiya zimanê Kurdî de zelal in. ÎSMEK jî amade ye niha û çiqas daxwaz were dê ewqas kursên perwerdehiya zimanê Kurdî bên vekirin. Lê beriya serîlêdanan wê qedroya perwerdehiyê bê amadekirin. Niha jî hevdîtinên pêkanîna qadroyên perwerdehiyê têne kirin. Piştî amade bûn jî wê ev yek bê ragihandin."

Serokê Şaredariya Mezin ya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li aliyekî dibêje ew ê penaberên Sûriyê ên li Stenbolê dijîn ku jimareya wan çûye ser 1 milyonî li reperastê û neçar nehêlê û kêşeyên wan ên civakî û derûnî heta ji destê wî tê wê çareser bike, li aliyê din jî ji bo zêdetirî 4 milyon Kurdên ku li bajarê Stenbolê dijîn bi rêya şaredariyê dixwaze kursên perwerdehiya zimanê Kurdî veke. Gelo çiqasî van yekan dikare bibe serî? Niha jî li aliyekî hem çavê penaberan û hem jî çavê Kurdan li gavên wî yên ku dê bavêje ye.