Siyasetmedarên CHP û HDPyî kêşeya Kurd gotûbêj dikin
Bi mebesta gotûbêjkirina kêşeya Kurd a li Bakurê Kurdistanê gelek siyasetmedarên du partiyên sereke yên opozîsyona Tirkiyê li Stenbolê di sempozyûmekê de li hev civiyan.
K24 – Stenbol
Bi mebesta gotûbêjkirina kêşeya Kurd a li Bakurê Kurdistanê gelek siyasetmedarên du partiyên sereke yên opozîsyona Tirkiyê li Stenbolê di sempozyûmekê de li hev civiyan. Beşdareke siyasî ya CHP got; kêşeya Kurd di heman demê de kêşeya Tirkan e jî bi siyaset û empatî di demek nêz de çareser dibe. Siyasetmedarekî HDPyî jî amaje kir piştî tayînkirina qeyûman dewsa kesên hilbijartî hêvîşikestinek li Kurdan hat peydekirin. Di sempozyûmê de ji bo çareserkirina kêşeyan banga nivîsandineke destûreke nû hat kirin.
Siyasetmedarên du partiyên herî mezin ên opozîsyona Tirkiyê yên CHP û HDP li Stenbolê di sempozyûmekê de ji bo gotûbêjkirina kêşeya Kurd û çend kêşeyên din hatin ba hev.
Di sempozyûmê de ku bi navê li Tirkiyê lêgerîna Edelet û Aştî ji hêla Platforma Platforma Dad û Ked ve hat sazkirin Canan Kaftnacioglu ya Seroka Şaxa Stenbolê ya CHP diyar kir li Tirkiyê heta kêşeya demokrasî çareser nebe kêşeya Kurd dê her berdewam be û ji bo vê bal kişand ser girîngiya hevkariya aliyên opozîsyonê.
Seroka Şaxa Stenbolê ya CHPê Canan Kaftancioglu got: "Kêşeya Kurd kêşeya me ya hemûyan e. Ji wê girîngtir kêşeyek din heye ku ew jî kêşeya demokrasiyê ye. Her du jî girêdayî hev in û heta pirsgirêka demokrasî çareser nebe kêşeya Kurd jî çareser nabe. Bi empatî û bi rêbazên siyasî pirsa Kurd di demek kurt de çareser dibe. Ji bo çareyek bê peydekirin divê aliyên pêwendîdar xwedî feraset bin".
Mijara tayînkirina qeyûman ku şûna şaredarên HDPyî ve hatin tayînkirin ji hêla beşdarên siyasî ve bi awayeke antîdemokratîk hat binavkirin. Omer Gergerlîoglu yê Parlamenterê HDP got; hêvîşikestinek li Kurdan hat peydekirin.
Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu got: "Bi tayînkirina qeyûman fişarek li ser HDP tê kirin. Bi sed hezaran Kurd gelek bi hêrs in û ji me re gotin êdî ji parlamentoyê xwe vekêşin lê me biryar da ku em ê venekêşin. Kurd ji bo çareseriyê hazir e lê aliyê Rojavayê Tirkiyê guh nade kêşeya Kurd. Loma Kurd tene tên hiştin û ev jî tişteke ne baş e."
Parlamentera HDPê Huda Kaya diyar kir: "Li Tirkiyê kêşeya herî mezin kêşeya miletê Kurd e. Hêj ev kêşe nehatiye safîkirin. Ji bo ku çareserkirina kêşeya Kurd aliyê opozîsyon û desthilatdarê werin cem hev, divê desthilatdar hebûna kêşeyan qebûl bike lê qebûl nake. Aliyê opozîsyonê jî li ser meseleyê bi ciddî kar nake. Loma civat ji pêşeroja xwe zêde ne bi hêvî ye."
Li gel beşdarên siyasî gelek hiqûqnasên ku beşdarî sempozyûmê bûn, bal kişandin ser girîngiya destûreke nû û amaje kirin pirsa Kurd di serî de ji bo çareserkirina hemû kêşeyên civatê pêwîst e destûreke nû bê nivîsandin.