Iraq! Karwana Hêzên Navneteweyî rastî êrişa fuzeyî hat!

Hewlêr (K24) - Jêdereke ewlekarî ya Iraqê ragihand ku "Karwananeke lojîstîkî ya Hêzên Hevpeymaniya Navnetweyî rastî êrişê hat. Di êrişê de fûzeyek hat bikaranîn."
Wê çavkaniyê got: "Êriş li navçeya Elşumul a ser bi wîlayeta Babilê ve pêk hat. Fuze bi konteynerê ket lê neteqiya. Lewra çi ziyanên canî pêk nehatin. Ziyana madî jî kêm bû."

Her wiha îro bi çend fuzeyan êriş hatibû ser Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Hewlêrê. Di wê êrişê de çi ziyanên madî û canî pêk nehatin.

Fly Erbil Advertisment