Li Îzmîrê bi hêza 6,6 erdhej qewimî!

Li navçeya Seferîhîsar a bajarê Îzmîrê yê li rojavayê Tirkiyê, bi hêza 6,6 erdhej qewimî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Seferîhîsar a bajarê Îzmîrê yê li rojavayê Tirkiyê, bi hêza 6,6 erdhej qewimî.

Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Karesat û Rewşa Bilez (AFAD) di demjimêr 14:51ê de li nav Deryaya Egeyê, 17 kîlometre li nêzîkî navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê, bi hêza 6,6 erdhej qewimî.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku heta niha li navçeyên Bornova û Bayrakli yên Îzmîrê agahiya hilweşîna 6 avahiyan gihiştiye wî û li bajarên Denîzlî, Manîsa, Balikesîr, Aydin û Muglayê li ser mirina welatiyan agahî negihiştine.

Erdhej li Stenbolê jî hat hîskirin

Hat ragihand ku erdheja li Îzmîrê qewimî, li Stenbolê jî hatiye hîskirin.

Parêzgarê Stenbolê Ali Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand: “Li ser erdheja ku li Stenbolê jî hat hîskirin, agahiyeke neyênî nehatiye ragihandin.”