Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê.. Encamên heta niha diyar bûne
Senaryoya ku beşeke mezin a xelkê jê ditirsiya pêk hat; roja 3yê Mijdarê hat û çû, bêyî ku encamên hilbijartinên Amerîkayê diyar bibe.
Navenda Nûçeyan (K24) – Senaryoya ku beşeke mezin a xelkê jê ditirsiya pêk hat; roja 3yê Mijdarê hat û çû, bêyî ku encamên hilbijartinên Amerîkayê diyar bibe. Heta niha nayê zanîn ku gelo namzetê komariyan Donald Trump, an namzetê demokratan Joe Biden bi ser ketiye.
Li gor gotinên Donald Trump û Joe Biden, herwiha medyayên Amerîkayê, ji dengên ku heta niha hatine jimartin, Joe Biden 238 deng bi dest xistine û li hember wî Donald Trump 213 deng bi dest xistine.
Her du namzet jî hewl didin ku ji 538 dengên nûnerên encûmena hilbijartinê, 270 deng bi dest bixin. Joe Biden piştî daxistina sindoqên dengdanê ragihand ku li Arîzonayê bi ser ketiye.
Encam çi wext diyar dibin?
Berpirsên piraniya eyaletên Amerîkayê dema pêwîst a ji bo ragihandina encaman eşkere kirine û tevî vîrûsa koronayê di vê hilbijartinê de hejmareke pîvanî ji aliyê piraniya dengdanê ve hatiye tomarkirin.
Li eyaletên Georgia, Michigan û Wisconsin hatiye diyarkirin ku wêneya herî dawî ya hilbijartinê îro çarşemê dê derkeve holê, lê Pennsylvania diyar dike; dibe ku heta 6ê Mijdarê encam xuya nebin, di heman demê de li Carolinaya Bakur dibe ku heta 12ê vê mehê encam diyar nebin.