Li Tirkiyê 92 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 92 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 11 hezar û 418 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 92 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirine, gihişt 11 hezar û 418 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 14ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 3116 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 411 hezar û 55 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 2298 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 351 hezar102 kesan.