Li 27 bajarên Tirkiye û Bakur qedexa sînordarkirî hat ragihandin
Li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û 17 bajarên Tirkiye, derketina derve bo kesên di ser 65 saliyê re hat sînordarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û 17 bajarên Tirkiye, derketina derve bo kesên di ser 65 saliyê re hat sînordarkirin.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê da xuyakirin, hejmara nexweşên giran ên vîrûsa Koronayê her diçe zêde dibe û di vê çarçoveyê de, ji bo kesên jor 65 salan e, qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Di çarçoveyê biryarê de, Stenbol û Enqer û 10 bajarên bakurê Kurdistanê jî di nav de bo 27 bajaran, derdeketina derve bo kesên jor 65 salan hat sînordarkirin.
Li gor biryarê, kesên di ser 65 saliyê re, derveyî demjimêrên 10'ê sibê heta 4'ê êvarê, nikarin derkevin derve ku li hin bajaran ev dem kurttir e.