Li Tirkiyê 89 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 89 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 89 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 15ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir û ragihand, 89 kes ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane. Hejmara kesên ku ji ber Koronayê mirine, gihişt 11 hezar û 507 kesan.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 3223 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 414 hezar û 278 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 2561 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 353 663 kesan.

Duhî Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê da xuyakirin, hejmara nexweşên giran ên vîrûsa Koronayê her diçe zêde dibe û di wê çarçoveyê de, ji bo kesên di jor 65 saliyê re ne, qedexeya derketina derve a sînordarkirî hat ragihandin.