Li Tirkiyê 94 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 94 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 94 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 11 hezar û 601 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 16ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 3316 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 417 hezar û 594 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 2712 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 356 hezar û 375 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 3.316 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran gihişt 3.610 kesan. Çeka herî girîng a vê têkoşînê, pabendbûna tedbîran, tevgera bi hev re ye. Berpirsyariya pabendbûna tedbîran, berpirsyariya me hemûyan e. Bi pabendbûna tedbîran, hêzê bidin têkoşînê.”