Li Tirkiyê 135 kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê û 135 kesan canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê û 135 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 16ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kirin û ragihand, di 24 demjimêrên borî de 5532 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 135 kesan canê xwe ji dest dan.
Bi vî awayî, hejmara nexweşan gihiştiye 440 hezar û 805 kesan û û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 12 hezar û 219 kesan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiye Fexredîn Koca îro pêştir dabû xuyakirin, vîrûsa korona di demên dawî de bi awayeke lezgîn belav dibe û hejmara nexweşên bi korona rojane pênc hezar kesan derbas dike.