Fransa: Divê Tirkiye bi kiryarî ne bi devkî alozkariyê kêm bike!
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Karên Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian dibêje, "Em çaverêne ku Tirkiye bi kiryarî ne bi devkî alozkariyê kêm bike.
Le Drian daxûyaniyek da û got, "Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dikare bi hêsanî li Deryaya Spî, Lîbya û Qerebaxa Çiyayî alozkariyê kêmtir bike.
Her wiha destnîşan kir ku, "Daxûyanî û rexneyên Erdoganî yên rojên dawî têra nakin divê çalakiyên xwe kêm bike."
Recep Tayyîp Erdoganî dûh di axaftina xwe de gotibû, "Divê Ewropa sozên dane bîne cih û dahatûya Tirkiyeyê bi Ewropa re ye."
Wezîrê Derve yê Fransayê di axaftina xwe de polîtîkaya Tirkiyeyê wekî êrişkar û dagirkarî pênase kirin.