Li Tirkiyê amarên koronayê: 153 mirî û 6713 pêketî

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 139 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 139 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 12 hezar û 385 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 23ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6017 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 446 hezar û 822 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 3812 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 374 hezar û 637 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 6.713 nexweşên me yên nû hene. Heta ku vaksîn têkeve qonaxa bikaranînê, ji bo ku leza belavbûna vîrûsê di bin kontrolê de bidomînin, piştgirî bidin. Papendî tedbîran bibin. Maskan bi kar bînin. Bala xwe bidin paqijiyê. Heta ku neçar nebin, nekevin nav qerebalixê.”