Li Tirkiyê 161 kesên din bi koronayê mirin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 161 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 161 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 12 hezar û 672 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 24ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 7381 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 460 hezar û 916 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 3678 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 381 hezar û 569 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 7.381 nexweşên me yên nû hene. Hejmara nexweşên me yên giran gihişt 4.543 kesan. Guhertina rewşa belavbûna vîrûsê di destê me de ye. Ji bo tedbîr û rêkarên ku me pêk anîn, bi awayekî baştir û bileztir encam bidin, piştgiriya we şert e. Heta ku hûn neçar nebin, ji qerebalixan dûr bikevin.”