Li Tirkiyê 6 hezar û 814 kesên din bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 168 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 168 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 12 hezar û 840 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 25ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6814 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 467 hezar û 730 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 3911 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 385 hezar û 480 kesan.