Li Stenbolê 19 kes bi endamtiya PKKê hatin binçavkirin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKÊ de 19 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê StenbolêTirkiyê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de 19 kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de berpirsên HDPê û rojnamevan jî hene.

Polîsan li 15 navçeyên Stenbolê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya bajêr, di serdegirtina malan de 19 kes binçavkirin.

Di nava kesên hatine binçavkirin de cîgirê Şaredarê Şîşliyê Cîhan Yavûz, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Uskudarê yê berê, rojnamevan û berpirsên rêxistinên sivîl jî hene.

Kesên hatine girtin bi alîkarîkirina ji bo PKK û KCKê tên tometbarkirin. Ew ji bo rêveberiya polîsan hatin şandin û îfadeya wan tê wergirtin.