Li Tirkiyê hejmara mirinên bi koronayê 13 hezar kesî derbas kir

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 174 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 174 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 13 hezar û 14 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 26ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6876 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 474 hezar û 606 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 3291 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 388 hezar û 771 kesan.