Rêxistina Mafên Mirovan: Hêzên Rizgarkirina Efrînê 2 sivîl li Efrînê kuştin

Li navçeya Şêrewa ya Efrînê ciwanek û kalemêrek hatin kuştin. Rêxistineke mafên mirovan jî dibêje, ew her du bi guleyên “Hêzên Rizgarkirina Efrînê” hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Şêrewa ya Efrînê ciwanek û kalemêrek hatin kuştin. Rêxistineke mafên mirovan jî dibêje, ew her du bi guleyên “Hêzên Rizgarkirina Efrînê” hatine kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, duhî 27ê Mijdarê çekdarên grûpa “Hêzên Rizgarkirina Efrînê” yên gundê Soxanekê yê li navçeya Şêrewa bicih dibin, bi bihaneya ku êrîşî ser hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar li çiyayê Lêlûn bi bikin, lê li şûna wê yekê, êrîşî ser cotkar û şivanên kurd ên gundê Kîmarê kirin

Wê rêxistinê diyar kir, çekdarên Hêzên Rizgarkirina Efrînê ku ser bi rêjîma Sûriyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve ne, cotkarê ciwan ê 16 salî Hemo Cengîz Necar û şivanê bi temen yê 75 salî Ebdilrehman Hemo bi guleyan kuştin. Li termê wan cihê gelek guleyan hebûn.

Li gor zanyariyên wê rêxistinê, çekdarên wê hêzê hespê ku Hemo Cengîz Necar pê cot dikir jî kuşt. Herwiha Kesekî din bi navê Mesûd Mecîd Cimo ku li nêzîk cihê bûyerê bû bi guleya wan çekdaran birîndar bû.

Dema artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê herêma Efrînê di 18ê Adara 2018an de dagîr kirine, 12 gundê navçeyên Şêrewa di destê YPGê de man. Ji wê demê ve jî her car şer û pevçûn li wê navçeyê di navbera wan her du aliyan de derdikeve. Herwiha gelek caran ew 12 gund ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ve topbarankirin.

 

Fly Erbil Advertisment