Li Tirkiyê di rojekê de zêdetir ji 30 hezara kesî bi Koronayê ketin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 182 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de zêdetir ji 30 hezara kesî bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên roja 28ê Mijdarê yên vîrûsa Koronayê belav kirin û ragihand, 30 hezar û 103 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 182 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi Koronayê ketine gihîşt, 487 hezar û 912 kesan û hejmara miriyan jî gihîştiye 13 hezar û 373 kesan.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 3 hezar û 611 kesan ji wê vîrûsê baş bûne û hejara tevahiya kesên baş bûne gihîştiye 396 hezar û 227 kesan.