Li Tirkiye û bakur 185 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 29 hezar û 281 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 185 kesên din jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 29 hezar û 281 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 185 kesên din jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê da xuyakirin, hejmara nexweşên giran roj bi roj zêde dibe û got, barê karmendên tendirustiyê jî her diçe girantir dibe.
Da zanîn, di heyama 24 demjimêran de encamên pişkinînên de 29 hezar û 281 kesan pozîtîf derketiye û 185 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Diyar kir jî, 4 hezar û 15 pêketiyên Koronayê baş bûne û jimara başbûyiyan derket 400 hezar û 242 kesan.
Bi amarên dawî, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîşt 494 hezar û 351 kesan û hejmara kesên canê xwe ji dest dane jî gihişt, 13 hezar û 558 kesan.