Li Tirkiyê 188 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 188 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 188 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 13 hezar û 746 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 30yê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6514 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 500 hezar û 865 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 4485 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 404 hezar û 727 kesan.