Li Tirkiyê ji ber koronayê qedexeya derketina derve dest pê dike

Derbarê koronayê de biryarên nû hatin ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Nava hefteyê her roj ji demjimêr 21:00ê şevê heta 05:00ê sibehê, qedexeya derketina derve dê were cîbicîkirin. Dawiya hefteyê jî qedexeya derketina derve dest pê dike.”

Recep Tayyip Erdogan piştî civîna kabîneyê axivî û diyar kir ku nava hefteyê her roj ji demjimêr 21:00ê şevê heta 05:00ê sibehê, şevên înê ji demjimêr 21:00ê heta rojên duşemê demjimêr 05:00ê sibehê, qedexeya derketina derve dest pê dike.

Erdogan eşkere kir ku xwaringeh ji xeynî gihandina malan, dê nikaribin xizmetê bikin. Welatiyên ji 65 salî berjor û ji 20 salî kêmtir, dê nikaribin wesayîtên giştî yên gihandinê bi kar bînin.

Herwiha eşkere kir ku merasîmên taziyeyê, mewlûd û çalakiyên sersalê dê neyên sazkirin.