Li Tirkiyê zêdetirî 6 hezar kesên din bi koronayê ketin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 190 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 190 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 13 hezar û 936 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 1ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6101 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 506 hezar û 966 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 4593 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 409 hezar û 320 kesan.