Li Tirkiyê hejmara mirinên bi koronayê 14 hezar kesî derbas kir

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 193 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 193 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 14 hezar û 129 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 2yê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6690 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 513 hezar û 656 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 4821 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 414 hezar û 141 kesan.