Polîsê Tirkiyê 18 kesên Iraqî bi gumana DAIŞê desteser kirin

Îro li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê 18 kesên Iraqî bitohmeta karkirina ligel DAIŞê, hatin desteserkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê 18 kesên Iraqî bitohmeta karkirina ligel DAIŞê, hatin desteserkirin.

Ajansa Anadoluyê ragihandiye ku Polîsê Dije-Terorê û hêzên îstixbaratê, 18 welatiyên Iraqê, ku guman heye peywendiya wan bi DAIŞê re heye, hatine desteserkirin û li du kesên din jî digerin.

Herwiha hatiye eşkerekirin: “Hêzên ewlehiyê ji destpêka vê mehê ve, 295 gumanbar desteser kirine, ku bi niyet bûn bi alîkariya DAIŞê çendîn kiryarên terorî li Stenbol û Enqere û Edenê encam bidin.”