Li Tirkiyê 187 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 187 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 187 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 14 hezar û 316 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 3yê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezarû 511 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 520 hezar û 167 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 4190 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 418 hezar û 331 kesan.