Rojava.. Li Serê Kaniyê teqîn!
Di encama teqîna otombêleke bombekirî li Serê Kaniyê polîsek ser bi Tirkiyê ve canê xwe ji dest da. Hejmarek polîs û welatî jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) - Di encama teqîna otombêleke bombekirî li Serê Kaniyê polîsek ser bi Tirkiyê ve canê xwe ji dest da. Hejmarek polîs û welatî jî birîndar bûn.
Jêderekî ji bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî nîvro ya îro teqînek li xaleke pişkinînê ya polîsên sivîl ên ser bi Tirkiyê ve li başûrê bajarê Serê Kaniyê rûda."
Di encamê de polîsek hat kuştin û hejmarek polîs û welatiyên sivîl birîndar bûn e.
Diyar jî kir; "Ew teqîn bi rêya otombêleke bombekirî hatiye encamdan."
Heta niha tu aliyekî berpirsyariya xwe ji teqînê re, ranegihandiye.