Di 2020an de 19 Sûrî li sînorê Tirkiyê hatin kuştin
Ji sala 2011an ve 460 Sûrî dema dixwastin derbasî Tirkiyê bibin, bi guleyên pasewanên sînor ên Tirkiyê hatine kuştin.
Hewlêr (K24) – Rewanegha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar dike, ji sala 2011an ve 460 Sûrî dema dixwastin derbasî Tirkiyê bibin, bi guleyên pasewanên sînor ên Tirkiyê hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, tenê di sala 2020an de, 19 welatiyên Sûriyê yên sivîl li ser sînorê bi Tirkiyê bi guleyên pasewanên sînor ên Tirkiyê hatine kuştin. Ji nava wan 5 zarok bûn.
Rewangehê diyar kir, ji destpêka krîza Sûriyê di Adara 2011an de, hejmara welatiyên Sûriyê yên li ser sînorê Tirkiyê hatine kuştin gihîşt 460 kesî. Ji nava wan 82 zarokên di bin 18 saliyê re ne û 44 jin in.
Pêştir rêxistina Human Rights Watch gotibû, "Tevî ku rayedarên payebilind ên Tirkiyê dibêjin ku ew pêşwaziyê li penaberên Sûrî dikin jî, pasewanên sînor, li wan penaberan didin û dikujin û guleyan bi ser mêr, jin û zarokan de berdidin.”