Li Çemçemalê gulle li baregeha PDKê hatin berdan

Li bajarokê Çemçemalê ji sê aliyan ve, gulle li baregeha Liqa 19 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin berdan.

Ala Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
Ala Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Hewlêr (K24) – Li bajarokê Çemçemalê ji sê aliyan ve, gulle li baregeha Liqa 19 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin berdan.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand; demek berî niha li Çemçemalê gulle li baregeha Liqa 19 ya PDKê hatin berdan û li gor zanyariyên destpêkê, bi çeka keleşkofê êrîş hatiye kirin.

Li ser vê mijarê, Berpirsê Liqa 19 ya PDKê yê li Çemçemalê Seyîd Rêbwar ji Kurdistan24ê re ragihand; demjimêr 18:00ê vê êvarê 14ê Kanûna 2020an, ji sê aliyan ve gulle li baregeha wan hatine berdan.

Seyîd Rêbwar herwiha eşkere kir ku çend xulek pevçûn qewimî, lê ti zirar dernekete holê û heta niha nayê zanîn ku gulle ji aliyê kê ve hatine berdan û li bendê ne ku hêzên ewlehiyê lêkolînan bikin.