Opozisyona Tirkiye daxwaza serbestiya Selahattin Demirtaş dike
Rayedarên partiyên opozîsyonê derbarê daxuyaniyên serokomar Recep Tayyîp Erdogan de balê dikêşin ku serokomar dixwaze hember Ewropayê girtina Selahaddîn Demîrtaş wek deqek siyasî bi kar bîne, ji ber ku serokomar bo keşeyê Emerîkî Branson jî gotibu ewê neye berdan û bo rojnamevan Denîz Yucel jî gotibu ewê neye berdan û paşê herdû hatin azadkirin.
![Wêne: Gonul Ozel û Cihan Ulsen](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/Dec-2020/1608928836gonul-ozel-cihan-olsen-CHP-DEVA-Partisi.jpg)
Enqere (K24) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê darizandina Selahaddîn Demîrtaş de amaje kir ku ti delîlel nîne ku Demîrtaş tawanek kiribe û divê serbest were berdan. Serokomar Recep tayyîp Erdogan jî got ew biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nakin û Seleheddîn Demîrtaş serbest bernadin. Partiyên opozîsyonê yên wek Partiya DEVA û CHP hember daxuyaniyên Serokomar bertek nîşandan.
Serokê Partiya DEVA yê Şaxa Diyarbekir Cîhan Ulsen dibêje li gor peymanên navneteweyî û makezagona Tirkiyeyê divê Selahaddîn Demîrtaş serbest were berdan û gelek nîşane hene ku doza Demîrtaş dozek siyasî ye.
Ulsen dibêje, "Li gorî xala 46ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dewletên ku peyman îmzekirinê divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cîbicî bikin. Li gorî xala 90ê Makezagona Tirkiyeyê jî maddeyên peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze kirine wek yasayê ne. Li gorî vê yekê Serokomar makezagonê binpê dike. Divê Demîrtaş serbest were berdan. Ev di gelek mijaran de xuya dibe ku siyasî ye."
Partiya opozîsyonê ya sereke Partiya Komarî ya Gel CHP jî derbarê daxuyaniya Serokomar de amaje dike ku nîşaneya hiquqnenasiyê ye. Seroka CHPê Ya Şaxa Diyarbekir Gonul Ozel dibêje ji ber ku serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Selahaddîn Demîrtaşî wek rikeberê xwe dibîne naxwaze serbest were berdan û hember wî siyasete bike.
Ozel biryara dadgehê dinirxîne û wiha dibêje: "Biryara Dadgeha Mafên Mirovan biryarek rast e û divê were cîbicîkirin. Hetta ez dikarim bêjim biryarek derengmayî ye. Daxuyaniyên serokomar nîşan dide ku hiquqê nas nake. Serokomar hem dibêje me berê xwe daye Ewropayê û em dixwazin li gel Ewropa rupelek nu vekin, hem jî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nake. Serokomar dizane Selahaddîn Demîrtaş li ser Kurdan çiqas bibandor e. Ji ber wê nahêle were berdan."
Rayedarên partiyên opozîsyonê derbarê daxuyaniyên serokomar Recep Tayyîp Erdogan de balê dikêşin ku serokomar dixwaze hember Ewropayê girtina Selahaddîn Demîrtaş wek deqek siyasî bi kar bîne, ji ber ku serokomar bo keşeyê Emerîkî Branson jî gotibu ewê neye berdan û bo rojnamevan Denîz Yucel jî gotibu ewê neye berdan û paşê herdû hatin azadkirin.